1’ê Mijdarê…Roja Kobanê ya Cîhanî.
Bi vê buneyê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, YPJ û TEV-DEM’Ê peyamên pîrozkirinê weşandin.
Aliyan bang li cîhanê kirin ku piştgiriya şoreşa rojava bikin û deskeftiyên wê biparêzin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û 1’ê mijdarê pîroz kir.
Rêveberiya Xweser behsa kêliyên dîrokî yên berxwedana Kobanê kir û wiha got:
“Sala 2014’an Bajarê Kobanê rastî êrîşeke dijwar a çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê hat.
Êriş li dijî kobanê, projeya biratiya gelan û Rêvebeiya Xweser heta kirin.
Li hemberî vê, gelê kobanê û şervanên YPG û YPJ berxwednaiyek bêhempa di dîrokê de xêz kirin, êriş têk birin, herêm û cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştrast kir ku berxwedana Kobanê ji bo birêvebirina civakê encameke şoreşgerî bidest xist.
TEV-DEM: Pêwîste mirovahî li rojava xwedî derkeve
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi heman mebestê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
TEV-DEM’ê diyar kir ku di 10’emîn salvegera 1’ê Mijdarê de, metirsiyên li ser destkeftiyên berxwedana Kobanê didomin.
TEV-DEM’ê banga xurtkirina piştgiriya cîhanî ji bo Rojavayê Kurdistan û deskeftiyên gelan ên herêmê kir.



