Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê cenazeya şervana HRE`yê Jiyan Cûdî li goristana Şehîdan oxir kirin.
Li bajarê Şedadê jî cenazeyê şehîd Feysel Mele Elî bi merasîmekî spartin axê.
Jiyan Cûdî 30` ê Çileya 2024` an de tevî 4 hevalên xwe di çalakiya Basilê de gihişt asta şehdatê.
Îro jî cenazeya şehîd Jiyan Cûdî piştî 10 mehan gihaşt Şehbayê û bi merasîmekî hat oxirkirin.
“Hêza me û hebûna me HRE’yê ye”
Li wir, kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin:
“Hêz û hebûna me HREˋyê ye.
Heya ku şevanên azadiyê û HREˋyê hebin em ê karibin bi ewle li ser xaka Kurdistanê bijîn.
Em soz didin Jiyan, Cûdî, Çîçek û Dilşeran ku em tola wan hilînin û xeta wan bişopînin.”
Li Şedadê cenazeyê şehîd Feysel Mele Elî hat oxirkirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê jî, ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Feysel Mele Elî merasîmek li dar xistin.
Şehîd Feysel 29ˈê Cotmehê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bû.
Di merasîmê de, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Ewed diyar kir ku şehîdan di rêya azadî û rûmeta gelê xwe de berdêlên giran dane.



