Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ wê 16’ê Mijdarê li Kolnê meş û mîtîngek were li darxistin.
Têkildarî çalakiyê Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) banga tevlîbûnê kirin.
Hevserokên KON-MED’ê diyar kir ku Rêber Apo li hemberî zexta li ser gelê Kurd temsîliyeta têkoşîna azadiyê dike û wiha gotin:
“Divê Birêz Ocalan azad bibe da ku di pêvajoya aştiyê û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de karibe bi rengekî çalak amade be.”
Hevserokên KON-MED’ê ji bo 16’ê Mijdarê bang kirin
Hevserokan ji bo meş û mîtînga 16’ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin û gotin:
“Mîna 25 salên derbasbûyî em ê di paşerojê de jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin.
Em bang li her kesên alîgirê demokrasî, mafên mirovan û çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikin ku di 16’ê Mijdara 2024’an de li Deutzer Werft a Kolnê beşdarî meş û mîtînga mezin bibin.”
“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji hev cuda nabin”



