Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid, diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide pirsgirêkên xwe yên siyasî derbasî herêmê bike.
Hemdan El Ebid bang li Komkara Erebî kir ku ji bo parastina serdestiya xaka Sûriyê bikeve nava tevgerê.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid der barê êrişên 23-27ˈê Cotmehê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de axivî.
Hemdan El Ebid diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê encamên feraseta qirkirin û dagirkeriyê ya AKPˈê û hevkarên wê ye.
El Ebid anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze nakokiyên siyasî yên li Tirkiyê derbasî herêmê bike.
“Êrîşên dewleta Tirk aloziya Sûriyê zêdetir dike”
Hemdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê wek “binpêkirineke mezin a serdestiya xaka Sûriyê, ewlehiya wê ya neteweyî” nirxand û wiha domand :
“Ev êriş aloziya Sûriyê û êşên sûriyan zêdetir dikin.
Di heman demê de hewldaneke ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku tevahî pêkhate û beşên gelê Sûriyê li dora wê kom bûne.”
Hemdan El Ebid bêdengiya “dewletên garantorên agirbestê” li hemberî êrişên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rexne kir.
El Ebid îşaret pê kir ku Komkara Erebî berpirsa parastina serdestiya xaka Sûriyê ye û bang lê kir ku hemberî destwerdanên Tirkiyê yên di dosyaya Sûriyê de helwesteke xurt nîşan bidin.
“Hikumeta Şamê êrîşên dewleta Tirk pişt guh dike”
El Ebid helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan jî rexne kir û wiha pê de çû:
“Hikumet Şamê banga parastina yekitiya xaka Sûriyê dike, lê êrişên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dike û dosyaya dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên domdar ên li ser xaka Sûriyê naxe rojeveke navneteweyî.”
Hemdan El Ebid: Helwesta Rêveberiya Xweser diyare, diyaloge
Hemdan El Ebid bal kişand ser helwesta Rêveberiya Xweser û wiha bi dawî kir:
“Helwesta Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyê diyar e, ew jî diyalog e.
Rêvebeiya Xweser amade ye bi hemû aliyan re û hikumeta Şamê re diyalogan bike.”



