Artêşa Îsraîlê duh bajarokê Meqne yê li bakurê herêma Bîqa bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 5 kes hatin kuştin.
Li gorî SOHR’ê, balafirên şer ên Îsraîlê pir û deriyên sînor ên li herêma Qesîr a Sûriyê û depoyên çekan ên Hizbullahê yên li herêma Pîşesaziyê jî bombebaran kirin.
Di êrişa bi balafireke bêmirov a biçek a li dijî erebeyekê de berpirsê ewlehiyê yê Hizbullahê Ebas El Mewsewî hate kuştin.
Li navçeya Seydayê jî malek hat bombebarankirin.
Di encamê de 5 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Her wiha bajarokê Xeyam bi obîsan bi dijwarî hat topbarankirin.
Deverên Şîhîn, Heyr Herfa, derdora bajarokê Cebîn, Tebnîn, Eynnata, Bint Cibêl, derdora bajarokên Cenata û Bafilê jî hatin topbarankirin.
Li ser rêya Amiriye-Naqûrayê di êrişa li ser motorsîklêtekê de leşkerekî artêşa Lubnanê hat kuştin.



