Yekîtiya Ewropayê rapora xwe ya sala 2024’an a têkîldarî sûcên Tikiyê weşand.
Di raporê de Yekîtiya Ewropayê bertek nîşanî zextên li ser gelê Kurd û êşkenceya li Îmraliyê da
Yekîtiya Ewropayê diyar kir tecrîd metirsiyê çêdike û got: pêşniyarên Komîsyona Ewropayê yên beriya salekê li Tirkiyê kiribû, ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin bicihanîn, hîn jî derbasdar in.
Yekîtiya Ewropayê rapora xwe ya sala 2024’an a têkîldarî sûcên Tikiyê weşand û nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê jî têdayîn.
Rapor di 30’ê Cotmehê de ji aliyê Komîsyona Ewropayê ya girêdayî Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hate weşandin.
Di destpêka raporê de tê diyarkirin danûstandinên bi Tirkiyê re di çarçoveya Biryarên Konseya Yekîtiya Ewropayê de ji sala 2018’an û vir ve rawestiyan e û wiha tê gotin:
“Fikarên Yekîtiya Ewropayê yên li ser paşketina di mijarên pîvanên demokratîk, serweriya hiqûqê, serxwebûna dadgeriyê û hurmeta li mafê bingehîn hîna jî heye.”
“Bi hezaran HDP’yî girtî ne, sûcên li dijî Kurdan dewam kirin”
Di dewamê de bi berfirehî qala zextên Tirkiyê yên li ser gelê kurd tê kirin.
Çend ji xalên di vê mijarê de hatine destnîşankirin wiha ne:
“Hîn jî nêzî 8 hezar endam û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan girtî ne. Têkildarî meseleya Kurd pêvajoyeke aştiyê ya cihê baweriyê be çênebû. Hîn jî sûcên nefretê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Zextên li ser rojnamevanên li ser meseleya Kurd dixebitin, muxalîfên siyasî û parêzvanên mafê mirovan jî gelekin. Her wiha hîna jî li pêşiya çareseriya siyasî ya meseleya Kurd gelek astengî hene.”
Komîsyona Ewropayê diyar kir ku Tirkiyê gelek hişyarên ku ji aliyê Ewropayê ve hatiye kirin paşguh kiriye.
“Hevdîtinan girtiyên li girtîgeha Îmraliyê 43’ê mehan hatine astengkirin”
Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku li ser binpêkirina mafê mirovan ên li girtîgehan rapor hatin amadekirin.
Bi vê yekê re girêdayî di raporê de îşaret bi pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo jî tê kirin û wiha tê gotin:
“Îzolekirina mehkûman, astengkirina karên hevpar bi rengekî kêfî, weke pirsgirêkê dewam kir.
Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê di nava 43 mehên derbasbûyî de nekarîn parêzer û xizmên xwe bibînin, hevdîtinên wan hatin astengkirin.”
Li ser vê bingehê hat diyarkirin, tecrîd metirsiyê çedike û hate bibîrxistin ku pêşniyarên Komîsyona Ewropayê yên beriya salekê li Tirkiyê kiribû, ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin bicihanîn, hîn jî derbasdar in.



