Fedayi Asya Alî di nameya xwe ya ji bo fedaîtiyê de qala girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo re dike û dibêje: Hûn mirovê yekane ne ku, bi felsefeya xwe re bû her kes, her tişt, bi jiyana xwe re, ji hemû civakên cîhanê re, armanca rasteqîn a hebûnê ispat kir û bû çavkaniya îlhamê.
Fedayi Asya Alî ya ku li gel hevalê xwe Rojger Hêlin ku 23’ê Cotmeha 2024’an li TUSAŞ’ê, çalakiyeke fedaî pêk anîbû di nameya xwe ya ji bo Rêber Apo de wiha dibêje:
Pîroziyên hemû olan, hemû baweriyan hene. Hûn yekpareya tevahî pîroziyan, tevahî nirxane Rêberê min.
Bila şaş neyê fêmkirin, ez bi xistina we li cihê xwedê re naxwazim neheqiyê li we bikim.
Hûn zarokê pîroz ê xwedawendane. Ji zarokatiya xwe ve parastina we ya cewhera mirovbûyînê û bi bîrdoziya vê re, we gel rakir ser piyan.
Hûn mirovê yekane ne ku, bi felsefeya xwe re bû her kes, her tişt, bi jiyana xwe re, ji hemû civakên cîhanê re, armanca rasteqîn a hebûnê ispat kir û bû çavkaniya îlhamê.
Ji bo me serbilindî ye ku bûne şagirtê we, di heman demê de rexnedayîna di kêliyê de, fêmnekirin û pêkneanîna we jî ewqasî li me giran e.
Asya Alî sedema domandina dilgirtin û pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hevrêtiya kêm dibîne û dibêje:
Weke hemû hevrêyên din ku çalakî kirin, armanca min a herî mezin jî ew e ku ez kêmek jî be, bi çalakiya xwe re xwe bigihînim we.
Serokê min, ez dizanim ku hûn wekî kesê ku gelekî qîmetê dide mirov û jiyanê li dijî çalakiyên bi vî awayî ne.
Lê ez bi xwe spartina bextê we re pêwîste diyar bikim ku, kî an jî kîjan hêz ji we re an jî qadên azadiyê, ku we ava kiriye re destê xwe dirêj bike bila bike, em ê jî di dil û mêjiyê wan de bibin bombe û biteqin.
Em ji van qadên ku me rojên herî watedar a jiyana xwe lê derbas kirin û ji we re, herî kêm ewqasî deyndar in.
Asya Alî: Rêberê min hûn fedaîyên herî mezin in
Hûn fedaiyê herî mezin in û ev rastiyeke ku gotin li ser nayê kirine, ez hêvî dikim ku hûn vê yekê ji şervanên xwe re, ku ji bo jiyankirin û şerkirina bi bîrdoziya we re sond xwarin, zêde nebînin.
Fedayî Asya Alî daxwaz dike ku bi qasî nefes standinekî li gel Rêber Apo dem derbas bike..
Lê ez êdî dizanim, ji roja destpêke ku min di pêkanîna çalakiyê de biryar girt û heya niha, her we di xewnên xwe de dît ku ev yek xwedî wateyekê ye.
Dibe jî pênaseya evîna rast ev e, dibe ku wateya rast a dîtinê ev e. Ez dizanim ku hûn her tim me dibînin, ez jî we dibînim Serokê min û ev wê di hemû jiyanên min de bi vî rengî be. Bi hezkirin, rêzdarî û bêrîkirinên xwe yên herî kûr re…



