Yek ji du gerîlayên li hemberî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî kir Asya Alî beriya çalakiyê ji Rêber Apo, hevrêyên xwe, jinên PAJK’î, gel, hevrêyên li zindanan û malbata xwe re name nivîsî û rapora çalakiyê amade kir. Asya Alî diyar dike ku ev çalakî çalakiya rexnedayîna li hemberî Rêber Apo yê. Di heman demê de Fedaiya nemir diyar dike ku dive li dora Rêber Apo bibin xelekek û destên wî bihêz bikin.
23’ê Cotmeha 2024’an endamên Tabûra Nemiran şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn li hemberî navenda hilberandina çekan TUSAŞ’ê, çalakiyeke fedaî pêk anîbûn.
Rapora Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) ji bo tabûra Nemiran a Şehîd Zilan de qala kesayet û biryardariya xwe ji bo fedayîtiyê dike.
Asya Alî di nava malbateke sosyal, ku jin tê de otorîter weke çeka malê ya tenê mezin dibe.
Nakûkiya wê ya destpêkê ji nasnameya neteweyî zêdetir, li ser nakokiyên zayendî bûn û sedema yekemîn, ku bi Rêbertî re gihand hev.
Asya Alî radihine ku di nava gelek rêxistinên cuda de cih girtiye û lêkolîn kiriye lê bersiveke têrker ji lêgerînên xwe re nedîtiye:
Çawa ku şitlek ji koka xwe tê qutkirin li ber bê dikeve, ez jî heta ku PKK’ê nas bikim li ber bê ketim.
Di salên dibistana amadeyî de min dest bi xwendina paraznameyên Rêbertî kir.
Her tim aktif ne be jî deh salan di nava xebatên jinên ciwan û weke Meclîsên Jinan û xebatên qada civakî xebat kir.
Asya Alî di 31’ê Tebaxa 2015’an de ji bo bigihe xeyalên xwe tevî tevgera azadiyê dibe û di sala 2018’an de derbasî nava Hêzên Taybet dibe û fedayîtiyê wisa dirnirxîne:
Bûyîna fedaiya Rêbertî dihat wateya, xwe di her qada jiyanê de bi vê misyonê re pêçandin, dema vê dike jî, bi evîneke mezin li dijî hemû paşverûtiyên xwe şerkirinê, bazdaneke sotîner girtina berçav e.
Fedaîtî qehremantiya erzan qet nîne. Tê wateya çerxeke bêdawî û ji bo mirov xwe bigihîne rastiya Rêbertî, pêwîste her kêlî di nava avakirinê de be.
Fedayî Asya Alî teqez dike ger ku çavkanî Rêbertî be, ti pirsgirêkeke kesayetî ku nayê çareserkirin, ti şerekî ku nayê biserxistin nîne.
Bes em bikaribin bibin pêkhênerên rast ên Rêbertiya ku, dinya heyrana wî ye. Ez dizanim ku ez çi jî bikim, ez ê nikaribim xwe bigihînim bilindbûna Şehîd Zîlan. Ew perperîka pêncemîn e ku di oxira xwegihandina heqîqetê de dikeve nava agir, li gel ku dibe xwelî jî rastiyê ji şopdarên xwe re vedibêje. Ew xwedawenda nemiran e… Ez tenê bi çalakiya xwe re dikarim ji dergeha wê re bibim berendam…
Çawa ku teyrebazekî bi hedefa xwe re xwe kîlît dike û ji derve jî serketinê ti tiştekî napejirîne, ez ê di mêjiyê dijmin de bi teqandina hêrsa tolhildanê, ku min di xwe de kom kiriye, bersiva kedên hemû hevalên ku min nas kir û nas nekir bi çalakiya xwe bidim.



