Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê duh li Silêmaniyê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di bin navê ‘Berxwedana Kobanê û bandorên wê yên li ser pêşeroja gelê Kurd’ semînerek da.
Endamên partiyên siyasî, xelkê Kobanê û Rojavayê Kurdistanê beşdarî semînerê bûn.
Semîner ji aliyê Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Roza Hesen ve hate dayîn.
Di semînerê de 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz yên cîhanê hata pîroz kirin.
Roza Hesen anî ziman ku roja Kobanê ya Cîhanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovatiyê rojeke gelek girînge û got:
Sira serkeftina berxwedana Kobanê jin bûn.
Pêşengiya wan Îlham da hemû jinên cîhanê.
Ev jî bû sedem ku li gel zanîngeh û enstîtuyên navnetewî lêkolîn li ser jinên Kurd û zanista jîneolojiyê were kirin.



