Rojnamevan Jîna Muderîs ku ji ber xwepêşandanên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat girtin.
Rojnamevan Jîna Muderîs Gorcî li ser malpera xwe ya tora civakî derbarê girtina xwe de peyamek belav kir û got:
“Ez îro diçim girtîgeha jinan ya Sine ku cûdahiya zayendî, çînayetî û netewî sê qat lê zêdeye. Dema ku min kel û pelên xwe ji bo girtîgehê amade dikir, min destpêkê hêviya xwe xist çenteyê xwe, da ku ez bi hêvî biçim wir.”
Mia Sato: Li Îranê jin bi êşkenceyan re rû bi rû ne
Li aliyekî din Raportora Taybet a Rewşa Mafên Mirovan a Îranê ya Neteweyên Yekbûyî Mia Sato ragihand ku piştî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ rewşa jinan li Îranê di aliyê mafên mirovan de xirabtir bûye.
Mia Sato têkildarî rewşa jinan a li Îranê, raporek pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Mia Sato daxwaz ji Îranê kir ku girîngî bide mafên jinan û zarokên keç, mercên tendirsutiyê ji bo girtiyan ava bike û parêzvan û çalakvanên mafên mirovan azad bike.



