Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Amedê tev li civîna gel bû û li wir îşaret bi çareseriya pirsgirêka kurd kir.
Tûncer Bakirhan bal kişande li ser helwesta Rêber Apo ya ji bo vê mijarê û got: Birêz Abdullah Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”
Bakirhan diyar kir ger bi rastî jî jiyaneke birûmet pêk were, em ji bo çareseriyê amade ne.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-DEM Partî li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê civîna gel li dar xist.
Di civînê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişan de li ser şer û krîzên li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd.
Tûncer Bakirhan: Meseleya Welat a herî mezin pirsgirêka Kurd e
Tuncer Bakirhan got;
“Em hem ji şer û pevçûna li Rojhilata Navîn re hem jî ji desthilat û muxalefeta li Tirkiyê re fikriyateke weke rêya sêyemîn pêşniyar dikin”
Bakirhan destnîşan kir ku meseleya welat a herî mezin pirsgirêka kurd e û ji bo çareseriya vê yekê jî careke din îşaret bi Rêber Apo kir.
“Birêz Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin”
Bakirhan peyamên Rêber Apo yên bi Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan re ji raya giştî re ragihand bi bîr xist û wiha got:
“Birêz Abdullah Ocalan diyar kir eger şert û merc çêbibin ew xwediyê wê hêza teorîk û pratîk e ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguhêzine bingeha hiqûqî û siyasî.
Em jî dibêjin ku şansekî zêde derket holê.
Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”
Bakirhan: Hîna tu pêvajo nînin, lê em dixwazin nîqaş veguherin pêvajoyekê
Bi domdarî Bakirhan qala gote gotên têkildarî muzakere û hevdîtinên veşartî yên bi Rêber Apo re kir.
Bakirhan daxuyakirin hîna tu pêvajo nînin, lê belê li Tirkiyê weke her car bi nîqaşên ku muxatabên wan nînin pirsgirêk tên nîqaşkirin.
“Ger bi rastî jiyaneke birûmet pêk were em ji bo çareseriyê amade ne”
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew bi dil û can dixwazin nîqaş veguherin pêvajoyekê û ev tişt anî ziman:
“Ger bi rastî jî jiyaneke birûmet pêk were, Tirkiye demokratîk bibe em ji bo çareseriyê amade ne.
DEM Partî bi hemû hilbijêr û rêxistina xwe tiştên hêvîdêr yên herî biçûk jî dinirxîne.”
Lê belê Tûncer Bakirhan anî ziman, li aliyekî ku ev nîqaş hene li aliyê din jî zilm, krîza aborî, qirkirina jin û xwezayê dewam dikin û dawiyê ev peyam da:
“Em ê li aliyekî hewl bidin ku ev nîqaş veguherin pêvajoyekê û li aliyekî jî têkoşîn û berxwedana xwe ya heya niha bidomînin. ”
Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.



