Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Zapê çalakî pêk anîn.
Di encamê de dagirkerek hate kutşin, 5 jî birîndar bûn.
Her wiha 2 kepçeyên dagirkeran jî hatin bêkêrkirin.
HPG’ê ragihand ku teqemeniyên qedexekirî jî di nav de bi giştî 73’ê caran qadên wan hatin bombebarankirin.
Di çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê de dagirkerek hate cezakirin, 5 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê:
Li herêmên Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê,
Gerîlayên YJA Starê 29’ê Cotmehê bi çekên giran li dagirkerên li girê Bahar dan û çeperek derb kirin.
Li heman deverê 31’ê mehê hêzên gerîla bi çalakiyên koordîneyî li 2 kepçeyên ku ku hewl didan rêya leşkerî çêkim xistin.
Di çalakiyê de baskê yekem, bi çekên otomatîk bi rengekî bi bandor li kepçeyê xistin.
Hat diyarkirin kepçe bi temamî hat bêkêrkirin û dagirkerê kepçe bi kar dianî jî hate cezakirin.
Baskê duyem ê çalakiyê jî li kepçeya din xistin.
Ev kepçe jî hat bêkêrkirin û dagirkerê têde birîndar bû.
Her wiha wesayîta zirxî ya leşkerî jî ku her du kepçe diparastin jî ji aliyê gerîla ve hate armancgirtin
Di lêdana gerîla de vê wesayîta zirxî jî derbe xwar û 4 dagirkerên têde birîndar bûn.”
Qadên gerîla 73’ê caran hate bombebaran kirin
Têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî parve kir:
“31’ê Cotmeh û 1’ê Mijdarê tunelên me yên Rojavayê Zap û Xakurkê bi giştî 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
Ji 27’ê Cotmehê heta 1’ê Mijdarê herêma Xakurkê, Garê, Metîna, Qendîl û Rojavayê Zapê jî 63’ê caran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”



