Li Qamişlo bi operayonek teybet hêzên QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyê Demokratîk QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Hêzên me TOL bi piştgiriya koalisyona Navneteweyî duh li Qamişlo operasyonek teybet li dar xist.
Operasyon li dijî çeteyekî DAIŞ’ê pêk hat.
Di encamê de, çeteyê bi navê Kerim EL-Meşût hate girtin.”
QSD’ê da znîn ku çeteyê hatiye girtin dixwest êrişan li dijî herêmê pêk bîne.
Dawiyê QSD’ê careke din eşkere kir ku wê tu kes nikarebe ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.



