Xelkên bajarên Dêrikê bi merasîmekî cenazeyê Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê li goristana şehîdan oxir kirin.
Li Tirbespiyê jî şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê bi merasîmekê hatin bibîranîn û soza domandina rêya wan dan.
Xelkê bajarê Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê ji bo oxirkirina cenazeyê Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik kom bûn.
Şehîd Welat Qerejdax 23’yê Cotmeha 2024’an di qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê de şehîd bûbû.
Cenazeyê şehîd Welat ku ji Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê hat wergirtin, bi karwanekî erebeyan ber bi goristanê ve hat oxirkirin.
Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê Îhsan Şiblî axivî û got:
“Zehmet e bi çend gotinan em karibin mezinahiya şehîdan bibêjin; ji ber ku şehîd dîroka hebûn, nasname û azadiya me ye.”
Ji fermandarên QSDˈê Xalid Elî jî bal kişand ser rihê neteweyî yê şehîd Welat û ev tişt anî ziman:
“Şehîd Welat ji baweriya bi felsefeya Rêber Apo berî da Rojavayê Kurdistanê.
Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker cihê xwe di nava HREˈyê de girt û heya dawiyê têkoşîn kir.”
Piştî peyaman, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Li Tirbespiyê 78 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê jî 78 şehîdên ku di meh û li deverên cûda de şehîd bûne hatin bibîranîn.
Li wir beşdaran diyar kirin ku divê e em xwedî li şehîdên xwe derkevin û destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin biparêzin.
Dawiyê, sînevîzyoneke bi wêneyên şehîdan hat pêşandan û wesîqeyên wan hatin xwendin.



