Ofîsa Medyayê ya Hikumetê ya li Xezayê eşkere kir ku Îsraîlê di du êrişên cuda yên li Xezayê li dijî sivîlan pêk anîne bêtirî 50 zarok bi giştî 84 kes kuştiye.
Ofîsa Medyayê ya Hikumetê ya li Xezayê bi daxuyniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bakurê Xezayê du êrişên cuda li dijî 170 sivîlan pêkanîye.
Li gorî daxuyaniyê, di encama du komkujiyan de, bêtirî 50 zarok bi giştî 84 kes hatine kuştin.
Her wiha bi dehan kes di bin kavilan de winda bûn û birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li bakurê Xezayê pergala tenduristiyê hilweşandiye û bi hedefgirtina nexweşxaneyan ew bêbandor kirine.



