Li paytexta Îngilistan Londonê ji bo şikandina tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo çalakî hebû.
Çalakgeran balkişandin ser pirskirêkên li Tirkiyê û gotin: “Rêya azadiyê di şikandina deriyên Îmraliyê û azadiya Rêber Apo de derbas dibe.”
Li paytexta Îngilistan Londonê ji bo şikandina tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo çalakî hebû.
Çalakî bi banga “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn” li ber Pirtûkxaneya Woodgreenê hat lidarxistin.
Komîteya Pênagava ji Abdullah Ocalan re Azadî jî tevlî çalakiyê bû.
Di çalakiyê de banga şikandina tecrîdê û berdana girtiyên nexwaş hate kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berdana girtiyên nexweş û têkoşîna li dijî tecrîdê parçeyekî girîng ê têkoşîna li dijî faşîzm û mêtngeriyê ye.
“Divê tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe”
Çalakgeran diyar kirin ku çareseriya pirskirêkên Tirkiyê di rakirina tecrîdê de ye û gotin:
“Divê em li qadan bin û têkoşîna xwe bilind bikin.
Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe.”
“Rêya azadiyê di şikandina deriyên Îmraliyê de derbas dibe”
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Alî Poyraz axivî û diyar kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha li zindanan li dijî şoreşger, sosyalîst û Kurdan êşkence û zextên mezin heye.
Poyraz bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û destnîşan kir ku rêya azadî û demokrasiya radîkal di şikandina deriyên Îmraliyê û azadiya Rêber Apo de derbas dibe.



