Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsal ve 501 kes li Efrîna dagirkirî û herêmên din revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporek li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî belav kir.
Di raporê de hat tê gotin komên çete bi piştgiriya dewleta Tirk girtin û revandina welatiyan didomînin.
Her wiha rêjeya tundî, sûc, revandin, teqîn, kiryarên siûqastkirinê û cenazeyên nenas li herêma Efrîn û tevahî herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê de zêde bûne.
Di berfirehiya raporê de ev tişt tê gotin:
“Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûrî û saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê binpêkirinên xwe zêde dikin.
Kiryarên serdegirtinên rojane, revandin welatiyan bi armanca wergirtina fidyeyan her dewam dike.”
Li gorî rapora navendê li herêma Efrîn û herêmên din ji destpêka îsal ve zêdetirî 501 kes hatine girtin.



