Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed anî ziman ku Rêveberiya Xweser derbarê dosyaya mirovî de her tim çareseriyan pêşkêş dike, lê tirkiyê binesaziya stratejîk û aborî bombebaran kir.
Her wiha Şêxmûs Ehmed ji bo derbaskirina alîkariyan jî banga vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşwazîkirina penaberên ji Lubnanê tên, didomîne.
Li gorî daneyên dawîn ên Masaya Krîzê ya Rêveberiya Xweser niha 20 hezar û 206 kes ji Lubnanê derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.
Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed derbarê mijarê de ji ANHA re axivî.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dema şer li Lubnanê dest pê kir, Rêveberiya Xweser deriyên xwe ji kesên ku ji ber şer reviyane vekirin û got:
“Rêveberiya Xweser ji bo kesên xizmên wan an malên wan li herêmê tune ne, navend û kamp veqetandin.
Zêdetirî 50 malbat li kama Ednaniyê ya ku Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Reqayê li Reqayê ava kiriye hatin bicihkirin.”
Şêxmûs Ehmed: Rêxistinên mirovî alîkariyê ji koçberan pêşkêş nake
Ehmed da zanîn ku ji roja yekemîn ve Rêveberiya Xweser ji koçber û penaberan re kon, xwarin, xebatên tenduristiyê, betanî, pêdiviyên din peyda dike û wiha domand:
“Rêxistinên mirovî alîkariyê ji koçberê di kampê de dimînin re pêşkêş nake.
Piştî ku malbat li kampa Mahmudlî ya li kantona Tebqayê bi cih bûn, navên wan hatin qeydkirin û dê mehane alîkarî, rojane nan û sotemeniya destpêka Kanûnê li wan bên belavkirin.”
Şêxmûs Ehmed: Tirkiyê binesaziya stratejîk û aborî bombebaran kirin
Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan anî ziman ku Rêveberiya Xweser der barê dosyaya mirovî de her tim çareseriyan pêşkêş dike û wiha pê de çû:
“Lê dewleta Tirk êriş kir û binesaziya stratejîk û aborî yên herêmê bombebaran kirin.”
Rêveberiya xweser banga vekirina deriyê Til Koçerê kir
Şêxmûs Ehmed bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî yên NY`yê, Komkara Erebî, Yekitiya Ewropayê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin û wiha bi dawî kir:
“Pêwîstiya herêmê bi alîkarî û parastina navneteweyî heye.
Divê hêzên navneteweyî deriyê Til Koçerê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin.”



