KJK’ê ji bo Mîrta Acuna De Baravalla ya ku yek ji damezrînerên Plazo De Mayo ye, peyameke sersaxiyê weşand.
Dayika Aştiyê ya Arjantînî Mîrta Acuna De Baravalle di temenê xwe yê 99 saliyê de duh jiyana xwe ji dest da.
Piştî mirina Baravalle ku yek ji damezrînerên tevgera Dayikên Plazo De Mayo ye, KJK’ê jî peyamek weşand.
Peyama KJK’ê bi vî rengî ye:
“Em wek tevgera Jinên Kurd KJK di kesayeta berxwedêr ya Mîrta Acuna De Baravalle de,
ji bo Jinên têkoşer yên Arjantînê û dayikên Plaza De Mayo sersaxiyê dixwazin.
Dosta meya hêja yek ji avakera pêkhateya Plaza De Mayo bû.
Rêzdar Mîrta Acuna De Baravalle dostaniya xwe bi gelê Kurdistanê re taybet jî bi dayîkên Şemiyê re domand.
Mixabin wê rûxmî tevahî ked, berxwedan, têkoşîn, hewildan, azwerî û bêrîkirinan jî nekarî xwe bigihîne neviyên xwe.
Lê rûxmî vê zilma mezin wê tucarî ji têkoşîna birûmet gav paşde ne avêt.
Em ê di her kêliya têkoşîna xwe de xeyalên we yên ji bo jiyanekî adil û azad mezin bikin.
Em ê we di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin. Ala we ya berxwedanê di destê me de ye.
Em ê bi bilindkirina laçika xwe ya spî re, doza edaletê teqez serbixînîn.”



