Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka-DYA hişyarî da Tehranê.
Ev hişyarî piştî Îranê gefa tolhildanê xwar li dijî êrîşa Îsraîlê hat.
DYA diyar kir di êrişeke gengaz a Îranê de ew ‘nikanin Îsraîl rawestînin’ û got:
“Eger Îran bersiva Îsraîlê bide, em ê nikaribin pêşî li Îsraîlê bigirin ku tenê êrîşên sînordar pêk bîne.”
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê hişyarî da Tehranê ku gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar.
DYA diyar kir di êrişeke gengaz a Îranê de ew ‘nikanin Îsraîl rawestînin’ û got:
“Eger Îran bersiva Îsraîlê bide, em ê nikaribin artêşa Îsraîlê razî bikin ku tenê êrîşên sînordar û armanckirî pêk bîne.”
Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney piştî ku Îsraîl êrîşî navendên leşkerî yên li welêt kir, gef li Îsraîl û Amerîkayê xwaribû.
Elî Xamaney gotibû:
“Rejîma Siyonîst, Amerîka û dijminên me yên din wê li hemberî kiryarên ku kirine ji ‘Eniya Berxwedanê’ bersiveke têrker bistînin.”
Îsraîlê 25ê Cotmehê gelek cih, navendên leşkerî û pergala berevaniya esmanî yên Îranê bombebaran kiribû.
Ev yek jî weke bersiva li dijî Îranê ku di destpêka meha Cotmehê de bi qasî 200 mûşekan êrişî Îsraîlê kir, hatibû dayîn.
DYA balafirên bombebaranê yên menzîl dirêj şandin herêmê
Di vê navberê de, ji ber zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn DYA balafirên bombebaranê yên stratejîk ên menzîl dirêj, ji baregeha leşkerî ya Minot a li bakurê Dakotayê şandin herêmê.
Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê-CENTCOM de hat ragihandin ku balafirên bombebaranê gihîştine herêmê.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin şandina keştiyên şer, pergalên parastinê yên mûşekî, balafirên veguhestina sotemeniyê û balafirên B-52 bo herêmê pejirandibû.



