Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de welatiyên Sûrî jî tên kuştin.
Heta niha di êrişan de 213 sûriyeyî hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji 21’ê Îlona îsal ve, 213 penaberên sûriyeyî di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin.
Ji wan, 52 zarok û 37 jî jin in.
Balafirên Rusyayê cihên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin
Di rewşa meydanî de jî êriş û topbaran hebûn.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku balafirên Rusyayê li çolistana Sûriyê êrişî cihên çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Li Derayê di êrişek çekdarî de 2 sivîl birîndar bûn
Li Derayê jî rewşa ewlehiyê aloz e.
Heman çavderiyê eşkere kir ku li bajarokê Nesîb yê li Rojhilatê parêzgehê 2 sivîl di êrişeke çekdarî de birîndar bûn.



