Hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ket nava hewldanên dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê.
Şaredarî bi polîsan dorpêç kirine û qayûm tayinî van şaredariyên navbihurî kirine.
Wezareta Karên Derve şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) de ye dagir kir û qayûm tayîn kir.
Polîsên Tirk di saetên serê sibehê de dor li bînaya şaredariyê girtin.
Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ev cara sêyemîn e biryara dagirkirinê tê dayîn û qeyûm tê tayînkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bi rêka medyaya dijîtal peyamek weşand û destnîşan kir ku ew ê nehêlin îradeya gel were xespkirin.
Her wiha, hat ragihandin ku ji bo Şaredariya Êlihê û navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê jî biryara dagirkirinê heye.
Her wiha Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî hat binçavkirin.



