Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîd kirin, li lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ a UNESCO’yê hatin bicihkirin.
Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay li ser mijarê di malpera fermî ya UNESCO de daxuyaniyek da û şehîd kirina Tara û Bahadîn şermezar kir.
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku 23’yê Tebaxê(2024) de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yê hatin şehîd kirin.
Ji aliyê UNESCO ve li lîsteya ‘Rojnamevanên hatin qetilkirin’ hatin bicihkirin.
Lîsteya navborî ji sala 1993’an û vir ve têkildarî rojnamevanên li ser wezîfeya xwe têne kuştin, tê amadekirin.
Di lîsteyê de li ser welatê ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê hatin şehîd kirin, pîşeyê wan û saziya çapemeniyê ya ku lê kar dikirin, agahî hate dayin.
Lê belê li gel ku Tara û Bahadîn bi kîlometreyan dûrî qada şer hatin şehîd xistin jî weke li cihekî herêma şer hatin şehîd kirin, hate nîşandan.
Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay li ser mijarê di malpera fermî ya UNESCO de daxuyaniyek da û şehîd kirina Tara û Bahadîn şermezar kir.
Audrey Azoulay biryara bi hejmara 2222/2015 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê rojnamevan û xebatkarên medyayê weke sivîl bêne parastin.
Audrey Azoulay anî ziman ku Tara û Bahadîn dixebitîn, dema ku ji bo nûçeyê bi rê ketibûn bi droneyê hatin qetilkirin û xwest, li ser mijarê lêpirsîneke xurt bê kirin.



