Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Rêgeş Qelqelî ku di operasyona dijmin de li herêma Elkê ya Botanê şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê got: “Hevrêyê me Rêgeş Qelqelî her tim îdîaya xwe ji bo têkoşînê mezin kir û bû xwedî pratîkek serketî.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Rêgeş Qelqelî ku di operasyona dijmin de li herêma Elkê ya Botanê şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê li ser têkoşîn û berxwedana şehîd Rêgeş Qelqelî wiha got:
“Zarokê bi wêrek ê Serhedê, milîtanê hêja yê Apoyî hevrêyê me Rêgeş tevlîbûna nava refên gerîla weke gava avêtî azadiyê, îfade kir.
Her tim îdaya xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir û bû xwedî pratîkek serketî.
Di nava gelek xebatên stratejîk de cih girt û bû layiqê baweriya hevrêyên xwe.
Qibleya têkoşînê ya hevrêyê me her tim, bû Bakurê Kurdistanê.
HPG: Qibleya têkoşînê ya hevrêyê me her tim, bû Bakurê Kurdistanê
Bi hêza ku ji hevrêyên xwe yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi fedayiyane şer dikin wergirtî, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û bawer kir ku bi têkoşîna li vir dikare dijmin têk bibe.
Hevrêyê me li her qada Bakurê Kurdistanê, nûneriya ruhê berxwedan û tolhildanê ya demê kir.
Hevrêyê me Rêgeş bi pratîka xwe ya serketî, hêza têkneçûnê ya milîtaniya Apoyî îspat kir û bi mîrateya têkoşînê ya li pey xwe hiştî, bû temînata pêşxistina berxwedaneke hîn bi bandor û encamgir.
Weke hevrêyên wî, di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Rêgeş Qelqelî em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Qelqelî û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyala hevrê Rêgeş a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Rêgeş Qelqelî
Nav û Paşnav: Nûrşîn Bedir
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Yazgul
Navê Bav: Huseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-31’ê Tîrmeha 2024’an / Botan



