Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir.
HPG’ê got: “Çalakiya li hemberî navenda makîneyên kuştinê ya TUSAŞ’ê dewleta Tirk hejand û xist nava şokê.
Ji ber ku çalakiya Tabûra Nemiran li cîhanê deng veda, bi rengê herî şênber peyama pêwîst da gelê me, dost û dijminan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker di meha Cotmehê de jî parastina rewa ya gelê me kirin.
Gerîlayên me dan ser şopa hevrê Bêrîtan û hemû şehîdên meha Cotmehê û çalakiyên bi bandor kirin.”
HPG: Çalakiya fedaî ya Enqerê dijmin tar û mar kir
HPG’ê diyar kir ku hevrê yên me yê Fedaî Asya Alî û Rojger Helîn çalaki di dilê dijmin de bi serkeftî lidarxistin û wiha hat ser ziman:
“Çalakiya Tabûra me ya Nemiran a li navenda makîneyên mirinê yên li TUSAŞ’ê ku 23’ê Cotmeha 2024’an li Enqereyê hate lidarxistin.
Ev çalakiya fedaî ya profesyonel a bê qisûr, bê hempa û bi her awayî serketî, ya ku ji aliyê hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên nemir ve hate kirin, li dilê dijmin xist.”
HPG: Fedai yên apoyî Asya Alî û Rojger Helîn hedefa xwe fetih kirin
HPG’ê diyar kir ku fedaiyan hedefa xwe fetih kirin û got:
“Fedaiyên Apoyî hevrê Asya û Rojger hedefa xwe fetih kirin, 74 deqeyan di bin kontrola xwe de hiştin, bi şêweyekî destanî şer kirin û dijmin dan ber girî. Têkildarî encama çalakiya TUSAŞ’ê, li gorî agahiyên ku me ji du çavkaniyan wergirtî; 40 kes ji dijmin mirin û zêdeyî 100 jî birîndar bûn.”
HPG: Çalakiya Enqerê, bi rengê herî şênber peyama pêwîst da gelê me, dost û dijminan
HPG’ê anî ziman ku ji çalakiya li Enqereyê dost û dijminan bersiva pêwîst girtine û wiha anî ziman:
“Fedakarî, wêrekî, rêbaza leşkerî, profesyonelî û lehengiya destanî ya çalakiya hevrê Asya û Rojger, rêbaza têkoşîna fedaî ya Apoyî gihandiye asteke nû. Dewleta Tirk a qirker mêtinger ji bo kêmkirina bandora vê çalakiyê gelekî hewl da. Lê belê ev hewldanên xwe hemû bêkêr in. Ji ber ku çalakiya Tabûra Nemiran li cîhanê deng veda, bi rengê herî şênber peyama pêwîst da gelê me, dost û dijminan.”
HPG’ê bîlançoya şer a meha Cotmehê bi vî rengî eşkere kir:
Di nava meha Cotmehê de Herêmên Parastinê yên Medyayê 302 caran bi balafirên şer, 347 caran bi helîkopterên êrîşê, carekê bi çekên kîmyewî, 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 101 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî û bombardûmanê bê navber sûcên şer kir.
Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev êrîşên artêşa Tirk a dagirker ê sûcdarê şer têk birin.
Di heman demê de bersiva pêwîst dan êrîşên artêşa dagirker û di serî deçalakiyeke ji hewayî, 96 çalakiyên ji bejahî bi gelek rê û rêbazan, bi hostatiyeke mezin bi giştî 97 çalakî kirin.
Di encama van çalakiyan de yek jê bi paye 36 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn.



