Xelkê Bakurê Kurdistanê, darbeya li dijî îradeya xwe bi çalakiyan şermezar kirin
Di çalakiyan de hat gotin:
Mna duh, îro jî wê berxwedana me ya li dijî kesên îradeya me nas nakin bidome.
Bang li her kesî hat kirin, divê em milên xwe bidin hev û vê berxwedanê mezin bikin.
Li dijî darbeya îrade û xespkirina şaredariyan, xelkê Bakurê Kurdistanê daketin qadan.
Welatiyan, xespkirina şaredariya bajarê Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetî ya Rihayê a bi fermana şefê faşîst yê Tirkiyê Erdogan ve bi awayek tund şermezar kirin.
Di çalakiya şermezarkirinê ya li Mêrdînê de Hevşaredarên bajêr yên axivîn, bang li muxalafetê kirin û gotin:.
“Divê em bên gel hev, milên xwe bidin hev û vê berxwedanê mezin bikin.”
Ji Hevşaredaran Ahmet Turk diyar kir axaftina wî ya di sala 2011’an de li Sêrtê kiriye weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan û lê di vê dozê de biryara neşopandinê hatiye dayin.
Hevşaredara Devrîm Demîr jî destnîşan kir ku mîna duh îro jî wê berxwedana wan ya li dijî kesên îradeya me nas nakin bidome.
Li Bajarê Êlihê jî bi beşdariya Hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşek hat lidarxistin
Meşa ku ji avahiya Rêxistina partiyê ya bajêr destpêkirin r heta pêşiya şaredariyê dewam kir.
Li wir hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari tayînkirina qeyûm şermezar kir û got:
“Tu derdê van ê aştiya navxweyî tune ye. Em ê li dijî darbeyan serî netewînin.”
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku bi destdirêjkirinê dîsa înkara kurdan plan kirin.
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî hate bi hersekî mezin hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de tayînkirina qeyûm weke hiqûq dijminatiyê hat pênase kirin û hat gotin:
“Kesên birêz Abdullah Ocalan vedixwendin Meclisê niha qeyûm tayîn dikin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye.”
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê li şûna wî qeyûm hate tayînkirin diyar kir bi qeyûman ev cara sêyemîne zilmê li gelê me dikin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî yê di çalakiyê de amade bû, bal kişande li ser hevdîtina 23’ê Cotmehê ya bi rêber Apo re.
Omer Ocalan daxuyakirin tiştên îro diqewin, pirsgirêkên heyî girantir dikin û got:
Ma hûn wê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?”
Piştî daxuyaniyan çalakî bi dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû.
Lê belê rawestîna gel a li pêş şaredariyan didome.
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



