Li dijî desteserkirina dewleta Tirk li ser Şaredariyên Êlih û Mêrsînê xelkên herêmê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li hermber wan jî polîsên dewletê êrîş kir û gelek kes ji wan binçav kirin.
Gelên Êlihê ku li dijî desteserkirina şaredariyê bi çepik û dirûşmeyan çalakiyên li dar xistin.
Li dijî van çalakiyan polîsên dewleta Tirk êrîşî çalakiya gel kir, lê gel gav paşde neavêt û li ber xwe da.
Di dema çalakiyan de endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de herî kêm 60 kes hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
Li Mêrsînê jî 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.
Li gorî agahiyan, hat diyarkirin ku ew ji ber parvekirinên xwe yên li ser malperên civakî hatine binçavkirin.
Piştî wergirtina îfadeyên wan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê hatin şandin.
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



