Tevî ku rageşiya welatên Rojavayî û Koreya Bakur, tê idîa kirin ku bi hezaran leşkerên Koreya Bakur li gel Rûsyayê li dijî Ukraniyayê şer dike hevdîtin di navbera Rûsiya û Koreya Bakur pêk hat.
Li aliyê din Zelenskiy di nirxandinên xwe de anî ziman ku 11 hezar leşkerên Koreya Bakur li Kuriskê hetine bicihkirin.
Serokê Rûsyayê Pûtîn li paytext Moskowê bi Wezîra Karên Derve yê Koreya Bakur Choe Son-hui re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya Rûsyayê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Kremlînê Yuriy Ushakov jî beşdarî civîna Pûtîn a bi Choe ya li Koşka Kremlînê bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov û Wezîra Karên Derve yê Koreya Bakur Choe di 1’ê Mijdarê de li paytext Moskowê hatin gel hev û hat diyarkirin ku her du wezîran gotubêjên stratejîk kirine.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di meha Hezîranê de bi serdaneke fermî çûbû Koreya Bakur û di navbera aliyan de “peymana hevkariya stratejîk a berfireh” hatibû îmzekirin.
Hate ragihandin ku di vê peymanê de ji bo êrîşkirina li ser yek ji aliyan, alîkariya leşkerî ya dualî tê pêşbînîkirin.
Zelenskiy: Li herêma Kursk’ê ya Rûsyayê 11 hezar leşkerên Koreya Bakur hene
Li aliyê din serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy duh ragihandibû ku 11 hezar leşkerên Koreya Bakur li herêma sînorî ya Rûsyayê Kursk hatine bicihkirin.
Zelenskiy xemgîniya xwe anî ziman ku hevalbendê rojavayê bertekên têrker nîşan nedaye.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Amerîkayê-Pentagon texmîn dike ku Pyongyang 2 hezar leşkerên din li Kurskê bi cih kiriye.
Zelenskiy di axaftina xwe ya şeva borî de got:
“Niha li herêma Kurskê 11 hezar hêzên Koreya Bakur hene.”
Zelenskiy: Bertekên hevalbendên rojavayî lawaz in
Lîderê Ukraynayê diyar kir ku ew ji yekîneya îstixbaratê derbarê liv û tevgerên leşkerên Koreya Bakur ên li Kurskê de agahî dan û wiha got:
“Em dibînin hejmara hêzên Koreya Bakur zêde dibin, lê di bertekên hevalbendên me de zêdebûn tune ye.”
Zelenskiy duh di hevdîtina bi rayedarên payebilind ên leşkerî re piştrast kir ku şandina çekan ji hevalbendên rojavayî zêde bûye.
Serokê Ukraynayê di peyama xwe ya li ser Telegramê de wiha got:
“Encamên sewqiyata topan baştir bûne.
Ev tê wê wateyê ku hevalbendên Ukraynayê nêzîkê sozên xwe dibin.”
Zelenskiy roja Çarşemê hefteya borî gilî kir ku welatê wî tenê ji sedî 10’ê alîkariyê wergirtiye ku ji aliyê Kongreya Amerîkî ve hatiye pejirandin.
Di hevdîtinê de mijara zêdekirina hilberîna motorên Ukraynayê bi taybetî ji bo mûşekên dûravêj jî hat rojevê.



