Di çalakiyên şermezarkirina qeyûman de li Bakurê Kurdistanê herî kêm 91 kes hatin binçavkirin.
Li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 şarederiyên DEM Partiyê çalakiyên gelê Bakur dewam dikin.
Dewleta Tirk a faşîst jî bi girtin û binçavkirinan hewl dide vîna gel berxwedêr bişkîne.
Li Mêrdînê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin, di çalakiyên li Êlihê de jî 75 kes hatin binçavkirin.
Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Xelfetî ya Rihayê de jî bi dehan kes hatin binçavkirin.
Hat eşkere kirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



