NYˋyê 3 mehên din ji bo derbaskirina alîkariyan bi rêya deriyên li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin dirêj kir.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re ji bo 3 mehên din bi rêya deriyên Bab El Selame û Raî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, dirêj kir.
Dihate payîn ku 13′ Mijdarê derbaskirina alîkariyên mirovî yên NY’ê bihata bidawîkirin.
Bi vê biryarê, careke din NYˋê pêwistî û pêdiviyên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh kirin.
Lê belê di heman demê de hişt ku alîkarî bi rêya deriyê Bab El Hewa yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, derbasî Sûriyeyê bidin.
Pştre ji Sibata 2022ˋyan ve alîkarî bi rêya deriyên Bab El Selame û Raî derbasî herêmên dagirkirî dibin.


