Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk bi Rêber Apo re dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û got:
“Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne.
Lê li Îmraliyê ti tişt bi rengekî asayî naqewime.
Eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand.
Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:
“Di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû.
Li nava raya giştî fikrekî welê diafirîne ku mîna tecrîd rabûye, nîşan didin.
Bi vî rengî hewl dide berxwedanê lawaz bike, bandora wê bişikîne.”
Besê Hozat: Her rewşa neyînî ya li Îmraliyê asayî nîne
Besê Hozat diyar kir ku rewşa Îmraliyê qet asayî nîne û wiha got:
“Her rewşeke li Îmraliyê, her rewşeke neyînî bi ti awayî ji aliyê vê tevgerê ve, ji aliyê vî gelî ve, ji aliyê civaka demokratîk ve asayî nayê dîtin. Li Îmraliyê ti tişt bi rengekî asayî naqewime. Her tişta li Îmraliyê weke encameke polîtîkaya qirkirinê, encameke êrîşên qirkirinê rû dide.”
Besê Hozat: Eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, wê gelê me cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne
Besê Hozat diyar kir ku ger tiştek bi tayekî porê Rêber Apo bê wê gelê me cîhanê bi serê dewleta Tirk birûxîne û wiha anî ziman:
“Eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne. Wê li holê Tirkiye nemîne, wê li holê dewleta Tirk nemîne. Tirkiye wê veguhere dojeheke mezin. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bê wateya şerekî navxweyî yê bêdawî. Wê bi hilweşîna dewleta Tirk, bi tinebûna Komara Tirkiyeyê bi dawî bibe.”
Besê Hozat: Kiryar û nêzîkatiya ku gefê li tenduristiya Rêber Apo dixwe, wê dawî li Tirkiyeyê bîne
Besê Hozat anî ziman ku RÊber Apo tê wateya gelê kurd û got:
“Rêber Apo hêmana tifaq, yekîtî û jiyana bi hev re ya gelê Kurd û gelê Tirk e.
Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya jiyana hevpar û yekîtiyê.
Lewma her kiryar û nêzîkatiya ku gefê li tenduristiya Rêber Apo û ewlehiya Rêber Apo dixwe, wê dawî li Tirkiyeyê bîne.
Wê dawî li dewleta Tirk bîne. Divê ev yek baş bê zanîn.”
Besê Hozat: Rêber Apo amade ye em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne
Besê Hozat anî ziman ku Rêber Apo muxarabê çareseriyê yê û em jî wekî tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne û got:
“Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re eşkere kir. Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne. Weke tevger em ê nêzîkatî û çareseriya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Em tevgereke welê ne ku li gorî ferman û perspektîfên Rêber Apo tevdigerin.”
Besê Hozat: Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin
Besê Hozar bang li gel kir ku têkoşînê mezin bikin û wiha bi dawî kir:
“Divê berxwedana civakî xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna hiqûqî divê xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna dîplomatîk siyasî divê xurt bibe û dewam bike. Û divê em teqez encamê werbigirin.”



