Li bajarên bakurê Kurdistanê protestokirina qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyên cuda dewam dike.
Li navçeya geverê ya Colemêrgê, navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê û Êlihê ciwanên kurd li cade û kuçeyan bûn
û nobeta protestoyî girtin.
Li Bakurê Kurdistanê li dijî xespkirina îradeya kurdan û desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê protesto dewam dikin.
Duh li seranserî şevê ciwanan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên nerazîbûnê zêde kirin.
Li Geverê ya Colemêrgê ciwanan bi dirêjahiya şevê çalakiyên nerazîbûnê dewam kir
Ciwanan li taxên Orman, Kişla û Esentepe li kuçeyan bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” berz kirin.
Polîsan êrişî çalakiyan kirin û ciwanan bi kevir û fişekên hewayî bersiv dan êrişan.
Li Mêrdînê çalakiya nobetê ya protestoyî dewam dike
Li Mêrdînê jî tevî hewaya sar çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin, berdewam kir.
Welatiyan, li pêşiya şaredariyê agir hil kirin û nobet girtin.
Welatiyên ku guh nedan hewayê sar, li dora agirê hil kirin stran gotin û dirûşm berz kirin.
Li Êlihê polîsan bi ava bişid û gaza îsotê êrişî ciwanan kirin
Li Êlihê jî ciwanên du sê roj in li dijî qeyûm û tundiya polîsan nerazîbûn nîşan didin bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne”, “PKK gel e, gel li vir e” berz dikin.
Polîsan bi fişekên plastîk, ava şid û gaza îsotê êrişî çalakiyên ciwanan kirin û ciwanan jî bi fişekên hewayî bersiva êrişan dan.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşeke girseyî bi rê ve çû
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî çalakî dewam dikin.
Li taxa Biriket a navçeya Qoserê ya Mêrdînê gel bi sirûda “Herne Pêş” meşiyan.
Parlamenterên DEM Partî Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Kamûran Tarhan û Onûr Duşunmez jî beşdarî meşê bûn.
Girseyê pankarta “Qeyim darbe ye, dest nede vîna min” vekir û li Kolana Elbeylî dest bi meşê kirin.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Qeyûm wê biçin” hatin berzkirin.
Gel di tevahiya meşê de stranên berxwedanê gotin û bi sirûda “Herne Pêş” dawî li çalakiya xwe anî.
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



