Dewleta Tirk û PDK’ê bi sirarin ku PKK li ber çavên xelkê Iraq û herêmêa Başûrê Kurdistanê reş bikin, lê ev yek hemû hewldanên wan bê encam derdikevin.
Tevî PDK û Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi senaryoyek qirêj şewitandina bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê xistibû stûyê PKK’ê, duh Dadgeha Bexdayê bi biryarekê ev senaryo hilweşand.
Dadgehê biryar da ku her 3 kesên bi şewitandina bazar û endambûna PKK’ê dihatin tometbarkirin bên berdan.
Komployên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker yên dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK dewam dikin.
Lê piştî her komployek carek din rastiya derdikeve holê û komplo têk diçin.
PDK û Wezareta Karê Hindir ya Iraqê şewata bazaran xistibû stûyê PKK’ê
Herî dawî PDK û Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi senaryoyek qirêj şewitandina bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê xistibû stûyê PKK’ê.
Di 1’ê Tîrmehê de, rayedarên başûrê Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek hevpar dabûn û gotibûn:
“Li ser şewatên di demên dawî de li Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê çend kesek hatine binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin di encama lêpirsînan de derketiye holê ku girêdayî PKK ne.”
Dadgehê biryar da ku 3 kesên bi tometa PKK’ê hatine girtin bên berdan
Di vê çarçoveyê de 3 kes bi îdiaya destê wan di şewata bazarên herêmê de hene û endamên PKK’ê ne, hatibûn girtin.
Lê belê duh Dadgeha Bexdayê bi biryarekê ev senaryo hilweşand.
Ji ber nebûna ti belgeyek li ser piştrastkirina li ser kesên hatine girtin, Dadgehê biryara berdana wan da.
Hejayî gotinêur piştî şewatan, komek netewperest ya Tirk a bi navê ‘Rêxistina Peymana Milî’ berpirsyartiya şewitandina bazaran digirt ser stûyê xwe û di malpera xwe ya fermî de jî belav dikir.
Tevî vê yekê jî PDK û dewleta Tirk dev ji senaryoyên xwe yên bi armanca reşkirina PKK’ê bernedida.
PDK û dewleta Tirk dixwestin bi van îdiayan PKK’ê li ber çavê gelên Iraq û Herêma Başûr Kurdistanê reş bikin.
KCK: Divê Iraqê nekeve xefka dewleta Tirk û PDK’ê
Piştî van îdiayan, Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê hemû tomet red kiribû.
KCK’ê diyar kiribû, her kes dizane ku ev êriş ji aliyê saziya MÎT’a Tirk û îstixbarata PDK’ê ve hatine plankirin.
Lewra bang li Iraqê kiribû ku nekevin xefka dewleta Tirk û PDK’ê û ji nûve dosyayên şewatê berçavan derbas bikin.



