Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi awayekî lez xwe di hemû waran de birêxistin û amade bike.
Besê Hozat got: ” Divê gelê me li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li hemerî her cure êrîşan seferber be.
Serkeftin girêdayî Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Girêdayî xweparastinê ye.
Ger em bikarin vê yekê pêk bînin, topyekûn Şerê Gel ê Şoreşgerî pêş bixin, wê sedsala 21’emîn bibe sedsala gelê Kurd.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand.
Besê Hozat li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî nirxandin kir û got:
“Divê gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşên hovanê ên li ser kurdistanê bibîne û di nava seferberiyekê de be.
Divê girêdayî şerê gel ê şoreşgerî û xweparastinê her kes parastina xaka xwe û welatê xwe bike.
Bi van êrîşan hewl didin ku berê gel bidin koçberiyê.
Hewl didin ku van qadan vala bikin. Ji bo êrîşa ji bejahî amadekariyan dike.
Li gorî xwe paqijiya rêyê dike. Hewl dide ku pêşiya xwe paqij bike.
Divê ev yek jî were zanîn. Bi van yekan hemûyan amadekariyan vê yekê dikin.
Besê Hozat: Îsraîl wê bikeve Sûriyê jî, dewleta Tirk hesabê vê dike
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku ji ber wan sedeman divê gelê Rojava xwe amade bike û got:
“Niha dewleta Tirk hisaba vê yekê dike. Îsraîl kete Lubnanê. Wê bikeve Sûriyeyê jî. Dema ku Îsraîl dikeve Sûriyê, ez jî dikarim wê derfetê bi kar bînim û li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonan bidim destpêkirin. Dibêje kes jî tiştekî nabêjê min. A niha hisaba wê yekê dikin. Hemû êrîş jî amadekariyên wê yekê ne. Divê em vê yekê jî bizanibin.”
“Dibêjin ku Îsraîl wê Korîdora Davût ava bike”
Besê Hozat anî ziman ku ji niha û pêve plansaziyên Erdogan li ser gelê me heye û wiha anî ziman:
“Dibêjin ku Îsraîl wê Korîdora Davût ava bike û wê ji Ûrdinê dest pê bike.
Wê Erebistana Bakur, Sûriye, Tenef, Dêrazor, Şengal û Mûsilê bigire nava xwe.
Bi awayekî zêde nîqaşên vê yekê dikin. Dibêjin ku dema Îsraîl van yekan dike, em ê jî ji xwe re korîdorekê ava bikin.
Vaye Erdoganî di NY’ê de nexşe jî nîşan da. Niha hemû konsept li ser vê yekê ye.
Di vê mijarê de paşdegavavêtin tune ye.”
Besê Hozat: Divê gelê me herêmê li hemberî her cure êrişan seferber be
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku divê gelê me li hemberî hemû curê êrîşan seferber bibe û wiha bi dawî kir:
“Divê gelê me li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li hemerî her cure êrîşan seferber be. Girêdayî Şerê Gel ê Şoreşgerî û xweparastinê bi awayekî lez xwe di hemû waran de birêxistin û amade bike. Û divê xwe biparêze. Serkeftin girêdayî Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Girêdayî xweparastinê ye. Ger em bikarin vê yekê pêk bînin, topyekûn Şerê Gel ê Şoreşgerî pêş bixin, wê sedsala 21’emîn bibe sedsala gelê Kurd. Em ê teqez jê encamekê bistînin.



