Li Kobanê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.
Ciwanên Rojava diyar kirin ku ew ê bi hemû rengî piştgiriyê bidin ciwanên Bakurê kurdistanê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Kantona Firatê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê bi meşekê silav kirin.
Meş li Qada Jina Azad dest pê kir heta bi Qada Aşitî dewam kir.
Di meşê de berxwedana ciwanên Bakurê kurdstanê hatin silavkirin.
Li Qada Aşitiyê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Mihemed Mehmûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li her derê bi bin ketiye, êdî dev avêt şaredariyên ku bi gel hatibûn hilbijartin.
Ciwana gotin:
“Em bi rih û can bi ciwanên Bakurê Kurdistanê re ne û em dibêjin çi ji me bê xwestin em amade ne.”
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



