Di encama êrîşên Îsraîlê li ser Şerîda Xezayê de 6 kes hatine kuştin.
Her wiha li herêma Beyt Lahiyê jî şer û êrîş hebûn li wir jî 5 kes hatin kuştin.
Bi vê yek Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê bîlançoya giştî ragihand.
Wezaretê da zanîn ku heta niha 43 hezar û 391 kes hatine kuştin û 102 hezar û 347 kes birîndar bûne.
Şerê li Şerîda Xezayê bi tundî didome.
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên li bakurê Şerîda Xezayê de 6 kes mirin.
Rayedarekî tenduristiyê diyar kir ku li herêma Beyt Lahiyê di bomberdûmana balafira şer a Îsraîlê ya li ser malekê da 5 Filistînî mirin.
Çavkaniyekî jî diyar kir ku di êrîşa ku Îsraîlê li navçeya Menşiyê ya bajarokê Beyt Lahiyê bi balafira bê mirov a bi navê “Quadcopter”ê avahiyeke kir hedef, kesekî mir.
Şahidan diyar kirin ku artêşa Îsraîlê bi topan êrîşeke dijwar li ser bajarokê Beyt Lahiya û herêmên rojavayê wê, kampa Penaberan a Cibaliya û herêmên Saftavi û Tevem li bakurê rojavayê Şerîda Xezayê pêk anî.
Hejmara miriyan derket 43 hezar û 391’an
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê ragihand ku hejmara miriyan derket 43 hezar û 391’an û ya birîndaran jî derket 102 hezar û 347’an.
Di nava bîlançoya giştî de 17 hezar û 210 jê zarok, 11 hezar û 742 jin hatin kuştin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat dubarekirin ku hîna di bin kavilan de mirî hene.
Di pevçûna ku di 24’ê Mijdara 2023’yan de 4 roj hat dayîn û paşê 3 rojên din hat dirêjkirin de 81 girtiyên Îsraîlî û 240 Filistînî bi hev re serbest hatin berdan.
Li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat, ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve 167 jê zarok 767 Filistînî ji ber êrîşên leşkerên Îsraîlî hatin kuştin.



