Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku wan li ser kirîna 25 balfirên şer yên F-15 ji Amerîka îmze kiriniye.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê eşkere kir ku wê ji Amrîka balafirên şer yê F-15 birkirin.
Wezaretê da zanîn ku kirîna ku bi nirxê 5,2 Miliyar Dolare beşekî alîkariyê ye ku beriya niha Rêvberiya Amerîka û Congress li ser erêkiribûn.
Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe de nivîsand ku wê bi çekên pêşketî yê Îsraîlê li van balafiran zêde bikin û wiha got:
”Ev balafir wê alîkariya hêzên asîmanî yê Îsraîlê di pêşeroja wan di Rojhilata Navîn bike”
Li gorî Amerîkayê wê 2031’an bi awayekî fermî van balafiran radestî Îsraîlê bike.



