Çalakiya Nobetê ya li wargeha Mexmûrê li dijî pergala eşkenceya Îmraliyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 477’an de didome.
Îro jî çalakî ji aliyê koma 94’an ve dewir hate girtin.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan hate li darxistin.
Li ser navê koma 93’an Arjîn Urper daxuyaniyek da.
Arjîn Urper di daxuyaniyê de birîna cezayên disiplîna nû li dijî Rêber Apo şermezarkir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker û hêzên komplo dixwazin bi van kiriyaran vîna gelên azadîxwaz bişkînin.
Lê fikir û felsefeya Rêber Apo hemû sînor derbaskiriye.
Em weke jin û ciwan deyîndarê Rêber Apo ne, lewma heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe, em ê li qada bin.”
Piştî daxuyaniyê koma 93’ê çalakiya nobetê dewrî koma 94’an kir.



