Şaredariyên kurd ên li Helebê peyamên piştgiriyê li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bakurê Kurdistanê dan.
Xebatên şaredariyan got ku tayînkirina qeyûman desteserkirina îradeya gelê kurd e.
Ev yek durûtiya desthilata Tirkiyê ya derbarê aştiyê de nîşan dide.
Diyaseta dûrxistinê wê bandorê li pêşeroja Tirkiyê bike.
Xebatkarên Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertek nîşanî desteserkirina 3 şardariyên Bakurê Kurdistanê dan.
Ehmed Bekir: Tayînkirina qeyûm desteserkirina îradeya gelê Kurd e
Xebatkarê Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Ehmed Bekir bi bîr xist ku hevserokên şaredariyan bi vîna gel hatin hilbijartin, lê dewleta Tirk bi vê siyasetê, li dijî vîna gelan derdikeve.
“Desteserkirina şaredariyan durûtiya AKP-MHP’ê ya derbarê aştiyê de nîşan dide”
Xebatkarê şaredariyê endazyar Hisên Mihemed desthilata li Tirkiyê bi “fêlbaz” wesifand û ev li gotinên xwe zêde kir: “AKP’ê ya raya giştî dixapîne û bi îdiayên nerast hevşaredarên bi awayekî rewa hatine hilbijaritn ji erk dûr xist.”
Mihemed destnîşan kir ku siyaseta neqebûlkirina aliyê din, pirsgirêka Kurd çareser nake û wiha got:
“Ev bûyerên dawîn, durûtiya tifaqa Erdogan Bahçelî û niyetên wan aşkera kirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîst e guhertineke bingehîn di siyaseta AKP-MHP’ê de çêbe.”
“Siyasetên dûrxistinê bandorê li pêşeroja Tirkiyê dikin”
Di heman çarçoveyê de jî xebatkara şaredariyê Bêrîvan Komo jî got ku siyasetên Erdogan ne nû ne û wiha dewam kir:
Çewisandin û înkarkirin her tim bingeha wê bûn.
Pratîka vê siyasetê, dûrxistina serokên şaredariyên hilbijartî ji erk û girtina gelek ji wan e.
Ew dixwaze azadî û vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê têk bibe.”
Bêrîvanê, dawiya axaftina xwe de da zanîn ku siyasetên dûrxistinê yên li dijî demokrasiyê li ser siberoja gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê xetere ne û ev yek berdewamiya dîktatoriyê li welêt diparêzin.



