Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mûrat Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, diyar kirin ku heta qeyûman dişînin dê têbikoşin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.
Berxwedana xelkê Xelfetî yê Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 5’emîn de didome.
Welatî her roj tên pêşiya şaredariyê bertekan nîşanî qeyûm didin û xwedî li îradeya xwe derdikevin.
Têkildarî tayînkirina qeyûm û berxwedana gel Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Kara
yilan axivîn.
Hevşaredarên Xelfetiyê: Çawa berê têk çûn wê niha jî têk biçin
Mehmet Mayilan da zanîn ku yên qeyûm tayîn kirin di demên berê de têk çûn û dê niha jî têk biçin û ev nirxandin kir:
“Mentiqê faşîstan, di zilm û zextê de pir istîqrardar e.
Lê hewce ye vê bizanin; gelê me jî ji bo tiştên aydê xwe bistînin di berxwedanê de pir biisrar e.
Hevşaredar Saniye Bayram jî axivî û ev tişt anî ziman:
“Me hemû astengiyên li pêşiya şaredariyê rakirin.
Di 8 salan de ev der veguherandibûn qereqolan.
Lê me dîsa ji bo gel vekir.
Heke em îro dengê xwe nekin sibe êdî dê dereng be.
Em her kesî vedixwînin berxwedanê.
Heta em qeyûman dişînin dê li mala xwe rehet ne rûnin.”
Cîgirê hevserokên giştî yên DEM Partî Mehmet Tiryak rastiya qeyûman parve kir
Di heman çarçoveyê de jî cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî polîtîkayên qeyûman ên ku AKP ji sala 2016’an ve dimeşîne, nirxandin.
Tiryakî bal kişand li ser wê yekê ku biryara qeyûm ne qanûnû û rewa ye û wiha dewam kir:
Naxwazin kurd xwe û erdnîgariya xwe bi rê ve bibin.
Me dîroka bajaran guherand.
Me şaredarî kirin şaredariyên jinan û gelan.
AKP-MHP êrişî feraseta me ya şaredariyê dike.
Mehmet Tiryakî banga bilindkirina têkoşînê li dijî tayînkirina qeyûm kir
Tiryakî destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî qeyûman wê bidome û bi vê bangê axaftina xwe bi dawî kir:
Divê gelê me bihêztir dakeve kolanan.
Divê bi awayekî pratîkî nîşan bide ku li dijî çi radibe.
Jixwe em dizanin ji sedî 90’ê Êlihê li dijî qeyûman e.
Pêdiviya me hemûyan hinekî bi cesaretê heye.”



