Duh jî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam kirin.
Di êrişan de 52 kes hatin kuştin û 161 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya dawî eşkere kir û da zanîn hejmara qurbaniyan bûn 3 hezar û 102 kes.
Her wiha Wezareta Jîngehê ya Lubnanê jî bi raporekê destnîşan kir ku heta niha bêtirî 12 hezar êriş li ser welêt pêk hatine.
Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de 121 êrîşên esmanî birin ser Lubnanê.
Hat destnîşankirin ku piraniya van êrişan li ser parêzgehên Baalbek el-Hirmil û Nabatiyeyê hatin kirin.
Di êrişan de 52 kes hatin kuştin û 161 jî birîndar bûn
Di encama êrişan de hat ragihandin ku 52 kes hatin kuştin û 161 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li ser bîlançoya dawî daxuyaniyek weşand.
Heta niha li Lubnanê 3 hezar û 102 kes hatin kuştin
Wezaretê eşkere kir ku di êrişên Îsraîlê yên ji 8ê Cotmeha 2023yan ve hejmara kuştiyan derket 3 hezar û 102’an.
Hejmara birîndaran jî bû 13 hezar û 819 kes.
Ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve Îsraîlê 12 hezar û 323 caran êrişî Lubnanê kiriye
Her wiha li ser rewşa dawî, Wezareta Jîngehê ya Lubnanê jî raporek weşand.
Di raporê de hat eşkerekirin ku ji 8ê Cotmeha 2023’yan ve Îsraîlê 12 hezar û 323 êriş li ser li Lubnanê pêk anîne.
Ji ber êrişan pêla koçberiya ya ji Lubnanê ber bi Sûriyê ve didome
Di raporê de her wiha îşaret bi pêla koçberiya a ji ber êrişan jî hat kirin.
Li gorî raporê tenê di navbera 23’ê Îlonê û 5’ê Mijdarê de 561 hezar û 794 kes ji Lubnanê derbasî Sûriyê bûne.
Ji wan 369 hezar û 55 kes Sûriyeyî û 192 hezar û 739 jî welatiyên Lubnanê ne.



