HPG’ê 3 gerîlayên ku sala 2020’an, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî û got: “Her qada ku lehengên me lê bûn, veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dagirkeran.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê têkîldarî şehadeta gerîlayan ev agahî parve kir:
“12’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişeke dijmin de milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger şehîd bûn.”
HPG: Jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kirin
HPG’ê bi berfirehî qala têkoşeriya şehîdan kir û ev tişt got:
“Hevrêyên me Canşêr, Demhat û Şerger bi armanca misogerkirina azadiya gelê me beşdarî nava refên gerîla bûn.
Di jiyana xwe ya têkoşînê de, hewl dan vê mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin.
Hevrêyên me ku ewladên herî bijarte yên gelê me bûn, bi her awayî jiyana xwe fedayî têkoşîna me ya azadiyê kirin.
Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi tevlîbûna xwe ya ji dil û durust weke milîtanên Apoyî yên mînak cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girtin.”
HPG: Em ê xeta hevriyên xwe yên şehîd bi serkeftinan bidomînin
HPG’ê dawiyê, ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelî welatparêz yên Kurdistanê re sersaxiyê xwest û soza domandina riya şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Canşêr Arnos
Nav paşnav: Sedat Atilgan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nûriye-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 12’ê îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Demhat Licê
Nav paşnav: Mîran Şahînlî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mehtap-Abdî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şerger Amed
Nav paşnav: Hasan Oz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê



