Hat ragihandin, Asayîşa PDK’ê Berdevk û endamên Nûnertiya Herêma Federal Kurdistanê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya li Hewlêrê dersînor kir.
Li gorî agahiyan berdevkê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Başûr, Hikmet Hatîp û endamên din yên nûnertiyê, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve ji bo asayîşê hatine vexwendin.
Hat diyarkirin ku piştî vexwendinê, asayîşê wana bi darê zorê li wesayîtan siwarkirine û ji sînorên Hewlêrê derxistine.
Û asayîşê endaman li nêzî sînorê Silêmaniyê hiştine.
Derbarê mijarê de heya niha Hikumeta demborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê û HDP’ê ti daxuyaniyek fermî nedane.
Li gorî agahiyan tê payîn berdevk û endamên HDP’ê yên ji Hewlêrê hatine dersînorkirin, li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê bidin.



