Wezareta Dadgeriyê ya Amerîkayê da xuyakirin ku beriya hilbijartinan, Îranê hewl da Serokê Amerîkayê Donald Trump bikuje, lê ev hewldana êrîşê hatiye têkbirin.
Ajanasa Associated Press da zanîn ku di dozekê de ku li Dadgeha Federal a Manhattan hatiye vekirin, berpirsekî Pasdarên Îranê yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di Îlona borî de ji bo şopandin û kuştina Donald Trump hewl da planekê amade bike.
Di dozê de hat diyarkirin ku vî berpirsê Pasdarên Îranê ji kesekî bi navê Fercad Şakirî re gotiye ku eger ew nikaribe di dema xwe de plana xwe deyne û pêk bîne, wê demê Îran dê plana xwe bihêle piştî hilbijartinan.
Wekî sedema vê yekê jî hat ragihandin ku ew yeqîn dike Trump wê di hilbijartinan de bi ser nekeve û bi vî rengî wê hedefkirina wî hêsantir be.
Şakirî ji Nivîsgeha Lêpirsînên Federal re gotibû ku wî di wan 7 rojan de ji bo kuştina Trump ti plan amade nekiribûn.



