Şêniyên ji kantona Dêra Zorê diyar kirin ku bi saya paradîgmaya Rêber Apo rêxistina wan ava bûye.
Her wiha destnîşan kirin ku dê heya mîsogerkirina azadiya Rêber Apo li qadan bin.
Xelîl El Mihemed ê ji bajarokê Hewama anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku ramanê azad ê Rêber Apo dikare şer veguherîne aştiyê û got:
“Me bi çavê xwe dît çawa gelê herêma me bi pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo azad bû, xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ava kir.”
Narîman El Rebîh jî bal kişand li ser paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û got:
“Em ê xwe di ramanên Rêbertî de ku ji bo jiyana aştiyane û rêzdariya di navbera pêkhateyên herêmê de bang dike kûr bikin û van fikran di jiyana xwe de pêk bînin. ”
Mihemed Ecac El Hemrî jî got ku Rêbertî sembola têkoşîn, sebir, hêza rasteqîne ya li hemberî siyasetên sîstemên serdest e û wiha bi dawî kir:
“Em ê heya mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.”



