Li Şengalê Şehîdên Tabûra Nemiran Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn ku di 23’yê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedayî pêkanîbûn, bi merasîmekê hatin bîranîn.
Merasîma Bîranînê ji aliyê Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê ve Şehîdên ve hat lidarxistin.
Di merasîmê endamên Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê û gelek ciwanên din amade bûn.
Merasîma bîranînê bi pêxistina mûmeyan li ber wêneyên şehîdan destpêkir.
Piştre ji aliyê Endamê Rêvberiya Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê Sebah Şengalî ve li ser peyamên ku pêwîste ciwanên Êzidî ji nameyên Şehîd Asya û Rojger bigrin nirxandin hate kirin.
Her wiha nameyên Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn hatin xwendîn.
Herî dawî ciwanan soza şopandina rêya şehîdan dan û wêneyên şehîdîdan li goristana şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan geriyan.



