Artêşa Îsraîlê êrişî gelek cihên leşkerî li gundewarê Idlibê û Helebê kirin.
Di êrişan de, 3 çekdarên Îranê û leşkerên hikuemta Şamê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.
Li herêma bêçek jî di êrişan çeteyan de, 3 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê bêyî ku hisaba qanûnan an jî kesan bike êriş Sûriyê dike.
Vê sibê dengê teqînên bi hêz li li Heleb û Idlibê hatin bihîstin.
Ajansa SANA ya girêdayê hikuemta Şamê eşkere kir ku ev deng êrişên Îsraîlê ne û wiha got:
“Di encam êriş de, gelek leşker birîndar bûn.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ev êriş piştrast kir.
Çavdêriyê diyar kir ku balafirên Îsraîlê gelek cih li gundewarê Heleb û Idlibê bombebaran kirin.
Di êrişan de, Navenda Lêkolîna Zanistî û deqoyên çekan li Helebê û cihên xalên leşkerî yên li Idlibê hatin armanckirin.
Çavdêriya Sûriyê ragihand ku pergala parastina esmanî rê li ber êrişê negirt.
Çavdêriya Sûrî: Di êrişan de 3 kes hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn
Li gorî wê, di êrişên Îsraîlê de 3 çekdarên Îranê û leşkerên hikuemta Şamê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.
Çavdêriyê da zanîn ku dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe ji ber ku rewşa gelek birîndaran giran e.
Bi vê êrişê, çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku arêtşa Îsraîlê ji serê salê û heta niha 143’an êrişî Sûriyê kiriye.
Di encamê de, 277 kes hatin kuştin û 218 jî birîndar bûne.
Her wiha 257 cihên ku hatibûn armackirin bi temamî hatin rûxandin.
Li herêma bêçek di êrişa çeteyan de 3 leşkerên Şamê birîndar bûn
Li herêma bêçek jî rewş xirabtir e.
Çavdêriya Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî cihên hêzên Şamê li gundewarê Laziqiyê kirin.
Di encamê de 3 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Şevê din jî hêzên Şamê gelek cihên cuda li gundewarê Idlibê û Helebê dan ber topan.



