Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, peyameke pîrozbahiyê weşand.
Meclîsê salvegera rizgariya Şengalê li Rêber Apo, li canfedayên Şengalê û hemû gelê Êzidî pîroz kir û wiha got: “Me çawa ferman ji bîr nekir û neda ji bîr kirin, divê em bi riheke hîn geştir xwedî li roja xwe ya azadî û berxwedanê derkevin.”
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkîldarî 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek da.
Meclîsê tevahî cangoriyên ku di parastin û rizgarkirina axa Şengalê de şehdî bûne bi bibîr anîn û wiha got:
“Civaka me li ber çavê tevahî cîhanê ji aliyê DAIŞ’ê û sponsorên wê ve rastî hovîtiyeke mezin hat. Gelê me bi rihê berxwedêr, di vê fermana 3’ê Tebaxê de jî mil bi milê şervanên Rêber Apo karî li dijî kirasê tarîtiyê ya xwestin li Êzidxanê bikin, rabin û wî kirasê tarîtiyê biçirînin.”
Meclîsa Rêveberiya Xweser a şengalê diyar kir ku pêngava rizgarkirina Şengalê, pêngava avakirina jiyaneke azad bû.
Meclîsê salvegera rizgariya Şengalê li Rêber Apo, canfedayên Şengalê û hemû gelê Êzidî pîroz kir û ev tişt got:
“Me çawa bi çalakî û xebatên xwe ferman ji bîr nekir û neda ji bîr kirin, divê em bi riheke hîn geştir xwedî li roja xwe ya azadî û berxwedanê derkevin. Divê 13’ê Mijdarê em derbikevin û tevlî pîrozbahiyên rizgariya Şengalê bibin. Ev roja me ya serbilindî, şanazî û tolhidana mezin a ji tarîtiyê ye.”
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dawiyê bang li her kesî kir ku di pîrozbahiya 13’ê Mijdarê ya rizgarkirina Şengalê de tevlî şahiyê bibin.



