Berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî derbeya qeyûm di roja 7’an de ye.
Îro jî li Êlihê li dijî derbeya qeyûm, meş hat lidarxistin.
Çalakgeran di meşê de gotin: “Divê qeyûm ji vir biçe û îradeya gel teslîmî gel bê kirin.”
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî, li pêşiya şaredariya dorpêçkirî konê çalakiyê hebû.
Berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê ya li hemberî desteser-kirina îradeyê di roja 7’an de ye.
Gelê Êlihê ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistîne, qadan naterikînin.
Îro jî li Êlihê li dijî derbeya qeyûm meş hat lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên DBP, parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyastemedar jî beşdarî çalakiyê bûn.
Girseya ku li Parka Yilmaz Guney hate gel hev, ber bi Xaçerêya Basinê ve dest bi meşê kir.
“Divê qeyûm ji vir biçe û îradeya gel teslîmî gel bê kirin”
Di meşê de derberya qeyûm ya li dijî îradeya gel hate şermezarkirin.
Çalakgeran gotin:
“Divê qeyûm ji vir biçe û îradeya gel teslîmî gel bê kirin.”
Hemwextî vê hêjmareke zêde ji polîsan ber bi cihê çalakiyê ve hatin veguhestin.
Her wiha gelek riyên nava bajêr ji aliyê polîsan ve hatin gitin.
Berxwedan li Xelfetiyê didome: Li dijî êrişên polîsan bertek hebû
Welatiyên navçeya Xelfetî ya Rihayê jî bi heman biryardariyê çalakiyên xwe dewam dikin.
Xelkê navçeyê di saetên zû yên sibehê de herikîn pêşiya şaredariya dorpêçkirî û konê çalakiyê vedan.
Li wir şêniyan pankartên ‘Li dijî xespkirina îradeyê, emê bi berxwedanê bi ser kevin’ û ‘Ne qeyûm demokrasî’ daliqandin.
Polîsan jî bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê û pankartên hatine daliqandin gefa êrişê li girseyê xwarin.
Karakeçîlî: Qeyûm xespkirina îradeyê ye
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî li wir bertek nîşanî biryara walîtiyê da û got:
“Biryara walîtiyê ne-hiqûqî ye, wê berxwedana me bidome.
Ji ber ku qeyûm xespkirina îradeyê ye.”
Ferît Şenyaşar: Em ê li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe bidin”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî bertek nîşanî gefa polîsan a êrişê da û ev tişt anî ziman:
“Em ê li dijî xespkirin û mudaxilekirina îradeyê li ber xwe bidin.”
Li dijî şaredariyên Kurdistanê hewldanên dagirkirinê pêk tên



