Li bajarê Qamişlo 10’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) vê tê birêvebirin dewame.
Di roja 3’an de têkildarî binpêkirina mafên mirovan û guhertina demografîk li Efrînê panelek hat li darxistin.
Di roja sêyemîn de panela bi durişmeya “Efrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê” hate li darxistin.
Endamê hevgirtinê,rêxistinên jinan, nivîskar û rewşenbîr beşdarî panelê bûn.
Beşdaran mijarên qurbaniyên şer, belgekirina kiryaran û guhertina demografîk li Efrînê nîqaş kirin.
Têkildarî belgekirina kiryarên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker wiha gotin:
“Hemû sûcan dikin, sûcên hin ji wan weke Koma Sultan Murad veşartî tên kirin.
Ew kom beşeke girêdayî MÎT’a Tirk e.
Divê li hember van kiryaran ji asta navnetewî ve helwestek cidî were nîşan dan.”
Di dawiyê de beşdaran diyarkirin ku pêwîst e her çalakvanek xwe li ber rewşa Efrînê berpirsyar bibîne.



